Berxwedana kevneşopê hewldana moderniyê

Dilawer Zeraq

Kurd, di warên ziman û çanda kurdî de, hem bi awayekî saziyî hem jî kesaneyî, sekneke berxwedanê û hewleke bipêşxistinê didin der. Ev derav, hem ji hêla xuyanga derveyî ve hem ji ya hundirî ve li dar e. Ji bo ku hêmanên nimîner yên netewebûna kurdan bi awayekî hundirî û naverokî neguherin, yanî ji bo ku kiras, kakil û kana heyî bê parastin, endamên vî zimanî, ji hêla hişî ve, ketine nav hewldan û berxwedanê da ku karibin pêşî li derbên tunekirinê yên pirhêlî bigirin. Ew derb; derbên serdestê mêtinger yên asîmîleker in û misêwa li ziman û çanda kurdî didin.

Herçî hewldan û berxwedan e, hişê çandî û zimanî yên kurdan bi du rengan in:

1) hişê kevneşopparêz

2) hişê modern(î)parêz.

Digel vê, têkoşîneke sergirtî û binavnekirî heye di navbera her du hişên kurdî de. Helbet ev têkoşîn, têkoşîneke heq e û qet rê nade tirs û bertirsiya (talûkeya) qelsketinê. Berevajiya wê, ev têkoşîn, di hundirê xwe de û her wisa di bingeha xwe de, her du aliyan xurttir dike.

Ger em bipirsin û bêjin, gelo ew her du reng hiş, ji ber çi û li ser kîjan naverokê têdikoşin, em ê ji bo bersivê, bi kurtayî be jî, hewla pênasekirinê bidin da ku sedem û naverok bi xwe, xwe bidin der.

Hişê kevneşopparêz; li ser zimanê devkî dimîne û xwe nade ber veguherandin, nûkirin û berfirehkirina zanîna ku bi hezaran salan in, bi rêya çalakiyên çandî û bi rêya zimanê devkî ketiye ser hev û bi navê ‘folklor-zargotin’ bûye yek ji hêmana sereke ya netewebûna kurdan. Her wiha, hişê kevneşopparêz, hevpêwendiyeke ”hestyarî û li ser dil” bi agahî û zanîna çanda devkî re datîne (1) û kurdbûna xwe pê re dike yek. Digel vê ”xwepêreyekkirin”ê, dixwaze bi avaniya xwe ya ”xwevegirtî û hişkebawer” (2) û bi rêya nivîsê, têkiliyekê saz bike bi moderniya çandî û zimanî re. Lê belê, hişê kevneşopparêz, çendî hewl bide jî, nikare pêwendiyeke durist û xweşikî bi nivîsê re dayne. Ji ber ku di ‘hevpêwendiya li ser hestyariyê’ hatî danîn de, hevkêşa civakê û danûstendina di navbera mirovan de heyî, tu carî xera nabe. Sedem jî ev e; beşek ji agahî û zanîna devkî, ji bîrê (hafizeyê) diçe (an jî tê jibîrkirin) û bandora ziman û zanînê jî bi vê ”jibîrçûn”ê ji hêza xwe dikeve; û agahî û zanîna borîrojê, tenê di ”kêliya têdeyî” de û her tim ”wekî xwe” dimîne. Ev ”wekîxweman” dike ku zanîn tenê li ba kesan bimîne û; ”tiştê tê zanîn û kesê dizane ji hev ne cuda bin” (Ji ber hindê ye, em tim dibêjin; ”pîrika min (di)got, kalikê min (di)got” û hwd.)

Hişê modern(î)parêz; digel ku gelek caran bi helwesteke pragmatîst pişta xwe dide kevneşopê û jê dixwe jî, tu carî pê ve namîne û li ser ”aqil û mentîqê” hevpêwendî bi agahî û zanîna borîrojê re datîne, pê çalakiya îrorojê diyar dike û bi wê çalakiyê jî pîlana siberojê amade dike. Loma jî, hevkêşa di nav civakê û ya di navbera kesan de heyî, her tim li ber jihevketinê ye û berê vê jihevketinê jî her tim ber bi guherîn û veavabûnê ve ye. Guherîna dikeve behsê, dîsa bi piştevaniya çanda devkî pêk tê ku zimanê modern(î)parêz, bi gelemperî, li ser ”têgih(dar)î”yê ava ye û têgih; bi agahiya çandî (ya di nava zimên de heyî) tê avakirin, bi zanînê tê bikakilkirin, bi hişê modern(î)parêz tê likarxistin; û bi bikaranînê jî, deqbend (kontekst) û çarçove li xwe zêde û fireh dike.

Bi taybetî di warê zimanê nivîskî û di biwara wêjeya modern de, hişê modern(î)parêz; pêbendiyên herêmî û cudatiyên devokî, di biwareke hêmayî de tîne cem hev; wan li hev dibanîne û di çarçoveya vê lihevbanandinê de wan ji qalibê wan dixîne û digel kakil û naverokên wan yên çandî, naverokên dîtir û yên nû tev li wan dike. Loma jî, wêjeya modern û zimanê wê, yê ku xwe ji rengê borîrojê aza(d) kiriye, dikare bi roleke girîng û mezin rabe di hilberandin û afirandina zanavên (identity) çandî û neteweyî de.

Der heqê vê hilberandin û afirandina zanavên çandî û neteweyî de, em dikarin neteweya yewnan û ya cihûyan wekî mînak nîşan bidin. Di qonaxên xweavakirinê ya wan neteweyan de, ”têkoşînek çêbûye di navbera kevneşopparêz û modern(î)parêzan de; [û wekî dongiya vê têkoşînê], di cihûyan de kevneşopparêz di yewnanan de jî modern(î)parêz bi ser ketine.”(3)

Helbet heman têkoşîn, di nava kurdên li bakur û di navbera kevneşopparêzan û modern(î)parêzan de jî heye û ev yek, bi taybetî, di qada medayaya civakî û di biwara berhemên wêjeyî de bi awayekî aşkere dide der. Tevî ku bi gelek awayan mînakên wê hene jî, em dikarin mînaka li ser wate û deqbendên peyvan wekî mînak bêjin;

a ) Gava kesekî li ser hişê kevneşopparêz, li ser wateya peyvekê dîtina xwe dibêje, her û her, li ser hînbûna xwe ya ”dayînî”(4), hişkebaweriyekê dide der û zû bi zû nikare wateyên pêreyî û mecazî yên ji herêmên dîtir qebûl (û wekî rastiyên dîtir) qebûl bike. Sedema vê yekê jî awayê pêbendiya wî kesî ya bi zimên re ye ku li ser hestyariyê li dar e.

b ) Gava kesekî li ser hişê modern(î)parêz, bi taybetî di nivîsê de, leqayî wateyên dîtir yên peyvan tê, tavilê dikeve nav meraqa xwe ya hînbûnê; pêşî di hişê xwe de wateyên ku leqayî wan bûye, ji hev dike û paşê jî wê peyvê, di hiş û bîra xwe de, wekî peyveke pirwate, pirdeqbend û pirmecaz qeyd dike û hem nivîsa ku wê peyvê jê hîn bûye hem jî hiş û bîra xwe, dike kana wê peyvê.

Di qonaxên avabûna neteweyan de, gelek caran, têkoşînên bi vî rengî çêbûne. Dongiya têkoşînên bi vî rengî, her tim, bi dongiya têkoşîna neteweyî ve daye der. Ji ber hindê, wê li ba kurdan jî, têkoşîna di navbera kevneşopparêz û modern(î)parêzan de heyî, wê bi dongiya têkoşîna neteweyî ve bide der…

Binêr:

(1)Havelock Eric A. (Raguhêzer; Ong J. Walter (2003) Sözlü ve Yazılı Kültür, Stenbol: Metis Yayınları, (çev. Sema Postacıoğlu Banon), 62)
(2)xwevegirtî-hişkebawer: a) kesê xwe ji bandora derve re girtiye, b) kesê di raman û baweriya xwe de hişk (û mihafizekar) e
(3)Jusdanis Greogry (1998), Gecikmiş Modernlik ve Estetik Kültür, Stenbol: Metis Yayınları, (çev. Tuncay Birkan), 64
(4)dayînî: a) tiştê ku bi awayekî zikmakî ji kesekî hatî hînkirin (girtin), b) tiştê ku ji dayikê hatî hînkirin (girtin)

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

xxx